Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku Wezîrê Karên Derve Abbas Eraqcî dê ber bi Îslamabadê ve bi rê bikeve. Hate diyarkirin ku serdan, hevdîtinên di çarçoveya şerê bi DYA û Îsraîlê re berdewam dike li xwe digire.
Li gorî ajansê, Eraqcî di çarçoveya tûra herêmî ya ku dê êvara înê dest pê bike de, ji bilî Îslamabadê dê serdana Maskat û Moskowê jî bike. Hate îfadekirin ku armanca van têkiliyan nirxandina geşedanên li herêmê û şêwirên dualî ne.
HEVDÎTINA BI DYA'YÊ RE NE DİYAR E
Hîn ne zelal e ka Eraqcî di hevdîtinên ku tê payîn li Îslamabadê pêk werin de dê bi rayedarên Amerîkayê re bicive an na.
Paytexta Pakistanê amadehiyê dike ku mazovaniya gera duyemîn a hevdîtinên di navbera Washington û Tehranê de bike. Pakistan ku di demên dawî de bi rola xwe ya navbeynkariyê derdikeve pêş, hewl dide muzakereyên di navbera Îran û DYA’yê de ji nû ve bide destpêkirin. Hevdîtinên ku dihat payîn serê heftiyê li Îslamabadê pêk werin, piştî ku gera yekem a 11ê Nîsanê bêencam ma, hatibûn taloqkirin.
Bi meraq tê payîn ka ev serdana nû dê pêvajoya dîplomatîk a asê mayî ji nû ve bide destpêkirin an na.